IraqNûçeRojhilatanavin

Mehmûd El-Rubeyî: Lîstikên Amerîkayê ji bo çêkirina dijberî û neyariyan navbera firqe û grûpan li Iraqê gihêştiye dawiya xwe

Endamê dercebilind ê nivîsgeha siyasî ya Koma Esayibê Ehl el-Heq ya Iraqê got: Ti kes nikare li ser pêvajoya biryardayînê bandorê bike û lîstikên Amerîkayê ji bo çêkirina dijberî û neyariyan navbera firqe û grûpan li Iraqê gihêştiye dawiya xwe.

Endamê dercebilind ê nivîsgeha siyasî ya Koma Esayibê Ehl el-Heq ya Iraqê Mehmûd El-Rubeyî duh êvarê got: Gotinên rayedarên amerîkî li bara serokwezîrê pêşerojê yê Iraqê, mudaxileya eşkera li karûbarên Iraqê ye û dewleta Iraqê divê bersiva wan bidin.

El-Rubeyî got: Gişt partî û komên siyasî li Iraqê dizanin ku Amerîka ji wan re nabe dost û heval û Iraqî rejîma siyasî ku Amerîka ji wan re çê bike naxwaze.

Endamê dercebilind ê nivîsgeha siyasî ya Koma Esayibê Ehl el-Heq ya Iraqê bal kişand ser hewldanên erênî û neyînî ji bo danîna bandorê ser Iraqê û got: Em hevkariya wan kesan bikin ku hevbawerê xelkê Iraqê bibin.

Rubeyî herwiha bal kişand ser boykotên Amerîkayê li dij Îranê û got: Amerîka dixebite bi wereqa boykotan bilîze, lê belê Amerîka li vê siyaseta xwe rastî astengiyan were.

Başa dön tuşu