CîhanEwropaNûçe

Meksîkayê Trump derewand: Hevdîtineke wiha pêk nehatiye

Wezareta Derve ya Meksîkayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku Serokê Dewletê Enrique Pena Nieto di demên nêzîk de li Serokê Amerîkayê Donald Trump negeriya ye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de got: “Donald Trump îdîa dike ku Enrique Pena Nieto bi telefonê lê geriyaye û pesnê polîtîkayên penaberiyê daye, lê hevdîtineke wiha pêk nehatiye. Di dema nêzîk de hevdîtinek di navbera Nişeto û Trump de çênebûye.”

Donald Trump roja duşemê gotibû ‘Serokê Meksîkayê Nieto bi telefonê li min geriya û got rêvebiriya me piştgiriya xebatên sînorê Amerîka û Meksîkayê dike’. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu