CîhanNûçeRojhilatanavinYemen

Mensûr Hadî ji Riyazê reviya Amerîkayê

Ebdrebeh Mensûr Hadî û malbata xwe bi behaneya nexweşiyê ji Riyazê reviya Amerîkayê û tê gotin ew heya dawiya emrê xwe wê li eyaleta Ohaydoya Amerîkayê bimîne.

Malpera «Ereb Amerîka» ji zarê çavkaniyeke dîplomatîk a erebî nivîsî: Mensûr Hadî nama xwe ya xatirxwestinê li civînekê bi sefîrê Erebistanê li Yemenê Muhemed Seîd Cabir re da wî û tê de diyar kiriye ku ji ber nexweşiyê û dûrketina ji siyasetê nikare wezîfe û hewldanên xwe yên siyasî berdewam bike.

Çavkaniyên curbicur  li eyaleta Ohaydoya Amerîkayê jî diyar kirine ku Ebdrebeh Mensûr Hadî û gelek ji xizm û derdorên wî gihêştine vê eyaletê ji bo mayîn Mensûr Hadî li vê eyaletê û jiyana wê di mala wî ya şexsî li bajarê Kelîvlandê.

Başa dön tuşu