NûçeRojhilatanavinSûriye

Mêqdad: Ew wêne û fîlmên ku terorîstan li bara êrişa kîmyawî ya ser Dûmayê belav kiribûn hemû nerast bûn

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê ragihand: Brîtaniyayê li ser senaryoya derew a êrişa kîmyawî ya ser Dûmayê dest hebûye û ev senaryoya cih hat ta ku gor vê pilanê êrişa eskerî ya ser Sûriyê qanûnî bê nîşandan.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Fêysel Mêqdad alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê li gotûbêja xwe ya tev telivîzyona ITVyê herwisa destnîşan kir: Piştî ku bajarê Dûmayê ji destê terorîstan azad bû xelkê vî bajarî digotin ku terorîstan ewna neçar dikirin ku ewna li hemberî kamirayên nûçegihanan rawestin û bi derew bêjin ku zarokên wan li êrişa kîmyawî hatine kuştin.

Alîkarê wezîrê karên derve yê Sûriyê her wisa ragihand ku ew wêne û fîlmên ku terorîstan li bara êrişa kîmyawî ya ser Dûmayê belav kiribûn hemû nerast bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu