CîhanEwropaNûçe

Xwenîşandanên dijî Trump gihêşte Ewrûpayê

Bi sedan kes ji xelkê Almanê bona diyarkirina nerezamendiya xwe derheq encama hilbijartina serokkomariya Amerîkayê û serketina Trump wekî serokkomarê vî welatî li Berlîna paytexta Almanê kom bûn.

Xwenîşanderan ragihandin ku pêwîst e li hemberî siyasetên Trump yên dijî islamê, dijî biyaniyan, diroşmên wî yên cihêkariyên cinsiyetî û nêhrînên wî nedirust bisekinin.

Herwisa bi hezaran kesî êvara îniyê li kolanên Miyamî, Atalanta, Fîladilfiya, New York û Sanfiransîskoyê kom bûn û li dijî gotinên bi gengeşe yên Donlad Tramp serokomarê bijartî yê Amerîkayê li bara koçber, misilman û jinan xwenîşandan bi rê xistin.

Li Miyamiyê çend hezar çalakên amerîkî li navenda bajêr kom bûn.

Li New York`ê jî kesên nerazî li Parka Washington Squre`ê û li ber Birca Trêmp ku ciyê rûniştina wî li kolana pêncan a vî bajarî ye, kom bûn.

Hilbijartina serokomartiya Amerîkayê roja sêşemiyê 8`ê Mijdara 2016`an hat lidarxistin ku li vê hilbijartinê Donald Trampê wek berendamê Komarxwazan li hemberî hevrika xwe Hîllarî Klîntonê ji Partiya Dêmokratan bi ser ket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu