ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Mercê bingehîn ê Ensarulaha Yemenê jibo agirbesê

Mihemed Evdilselam, berdevkê tevgera Ensarulahê û serokê desteya netewî ya Yemenê li muzakireyan, di bersiva daxwaza London û Waşîngtonê jibo pêkanîna agirbesê li Yemenê da pêkutî kir ku agirbesa giştalî û rakirina dorpêça ser gelê Yemenê, mercê bingehîn jibo destpêkirina muzakireyan di bin çavdêrîya NY da ye.

Evdilselam li rûpela xwe ya Tiwîterê herviha nivîsî: Agirbes divê giştalî û ya bejayî, hewayî û deryayî be û dorpêçkirina gelê Yemenê bê kutakirinê û firîna balafiran li esmanê Yemenê bê qedexekirin û ev yeka daxwaza hemî gelê Yemenê ye.

Wî pêkutî kir ku gotûbêja di bin sîya êrişê da tenê jidestdayîna demê ye. Ev gotinên berdevkê Ensarulahê wekî berteka li hemberî daxwaza wezîrên karên derve yên Amerîka û Birîtanîyayê li civîna Londonê ya jibo pêkanîna agirbesa lezgîn li Yemenê hatin hilêxistin.

Can Kêrî wezîrê karên derve yê Amerîkayê piştî hevdîtina ligel hevtûşê xwe yê birîtanîyayî li bajarê Londonê got ku me ligel Canson û Weled Şêx Ehmed xwestîye ku rêketinama agirbesê li Yemenê di zûtirîn dema pêkan da ango di rojên duşem û sêşema vê hefteyê da were cihanînê.

Hêjayî gotinê ye ku li civîna Londonê ku wezîrê karên derve yê Erebistanê û Ismayîl Weled Şêx Ehmed nunerê NY li karên Yemenê jî pişkdar bûne, qet behsa kutakirina dorpêçkirina zalimane ya gelê Yemenê bi destê Erebistanê nehatîye kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu