ÎranNûçeRojhilatanavin

Mêrxasiya hêzên mêhwera berxwedanê pîlana dijminan li navçê pûç kir

Wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdare Îranê got: Dijmin bi dû neêminkirina navçê bû lê amadebûn û Mêrxasiya hêzên mêhwera berxwedanê pîlana dijminan li navçê pûç kir.

Li gor rapora IRIB Newsê, Emîr Sertîp “ Emîr Hatemî“ Wezîrê berevanî û piştevaniya hêzên çekdare Îranê li hevdîtina duh şemiyê ya tev parek ji malbatên şehîdên berevaniya pîroz û berevanên heremê li Têhranê got: Dijmin bona parastina ewlehî û tenahiya Rejîma Siyonîstî bi dû neêminkirin û çêkirina şerên hundirî li nav welatên navçê bû ta ku ev rejîma derew û cinayetkar bikaribe pîlanên xwe yên reş li navçê îcra bike lê ji ber mêrxasî û camêriya bereya berxwedanê dijmin rastî işkestê hat.

Sertîp hatemî pîlana mezine çêbûna terorîzmê li navçê û çêkirina aloziyan li nav welatên navçê ji wan Iraq û Sûriyê ji pîlanên dijminan bona derbelêdana bi inqolaba îslamî daye zanîn û got: Dijminê sondxwarî hema ji çaxê serketina inqilaba îslamî, hertim dijayetiya inqilabê û dewama inqilabê bû.

Başa dön tuşu