ÎranNûçeRojhilatanavin

Hêzên çekdar ewlehiya Îranê misoger dike

Cîgirê qumandê giştî yê artêşa Komara îslamî ya Îranê got: Gefên dijî Îranê hatine guhartin û pêsparteya hêzên çekdar parastina amadebûn û birêxistina ewlehiyê li nav welêt e.

Li gor rapora IRIB News`ê, Ehmed Riza Pûrdestan cîgirê qumandê giştî yê artêşa Komara îslamî ya Îranê îro yekşemê got: pêsparteya girîng a hêzên çekdar jinavbirina kêmasiyên heyî û têkdana pilana dijminan e.

Ehmed Riza Pûrdestan birêxistina meşqên berdewam ji riyên sereke yên parastina berevaniya Îranê daye zanîn û got: bawerî, birêxistina ewlehiya pîskolojîk ji bo xelkê û civatê amadebûna hertimî ya hêzên eskerî ji taybetmendiyên hêzên çekdare.

Cîgirê qumandê giştî yê artêşa Komara îslamî ya Îranê herwisa hedefa serekeye Amerîka bona hatina navçê derbelêdana li Komara îslamî ya Îranê ye û got: Ev Pilan û pîlana Amerîka ji ber aqilmendî  î ya Rêberê giranqedre inqilabê û ji ber îqtedara hêzên çekdare Îranê rastî işkestê hatiye.

Wî got: Steratejiya nû ya Amerîka li navçê vêxistina agirê dinavbera mezhebên îslamî ye her ji ber vê bawerê ye ku grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê li navçê hate çêkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu