CîhanFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Meşa gelê Îranê ya Roja Qudsê bi awayekî berfire li mêdyayên rojhilata Asyayê deng veda

Meşa berfire ya gelê Îranê ya taybetî Roja Gerdûnî ya Qudsê bi awayekî berfire li mêdyayên rojhilata Asyayê ji wan ên Çîn, Koreya Başûr û Japonê deng veda.

Mêdyayên Çîn, Koreya Başûr û Japonê di raporên xwe derbarê lidarxistina merasima Roja Cîhanî ya Qudsê de ragihandin: Gelê Îranê li seranserî vî welatî ji wan li şarê Têhranê bi rakirina pankardan û bi durişman piştgirî da Filistînê.

Televîzyonên Çîn, Koreya Başûr û Japonê wêneyên meşa li şarê Têhranê û şarên din weşandin û ragihandin ku gelê Îranê di wê meşê de durişmên dijî Amerîka û Rêjîma Sîyonîst dan û careka din pêgirî ser hevgirtina digel Fiilstînê û dadxwazîya wî gelî kir.

Ajansa Nûçan a Xinhua ya Çînê jî di raporekê de ragihand ku gelê Îranê di wê meşa berfire da tevî şermezarkirina cinayetên Rêjîma Sîyonîst, plana amerîkî ya Danuistandina Serdemê dijî gelê Fiilstînê û ser xêra wê rêjîmê zanî.

Wê ajansa nûçan herwiha ragihand ku gelê Îranê di meşa Roja Gerdûnî ya Qudsê da xwest ku Rêjîma Sîyonîst ji erdên dagirbûyî yên Fiilstînê derkeve.

Başa dön tuşu