ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Mescidî: Îran bersiva her desdirêjiyekê dide

Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê Îrac Mescidî got: Îranê êrişî ser ti welatekî nake, lê heke bi xwe bikeve ber êrişê bi tundî bersiva wê dide.

Li gor IRNAyê, Sefîrê Komara Îslamî ya Îranê li Bexdayê Îrac Mescidîduh berêvarê li hevdîtina Ayetullah seyd Husên Sedir merceyekî ş

îeyên Iraqê li bajarê Kazimeynê bal kişand ser hevdîtinên vê dawiyê yên sefîrên Brîtanya û Fransayê pê re li Bexdayê û got: Di van hevdîtinan de me peyama zelal û eşkera ya Komara Îslamî ya Îranê gihande guhê cîhanê.

Mescidî herwiha bal kişand ser hevkarî têkeliyên Îran û Iraqê bi taybet li warê aborî û îxracata cereyan û gaza Îranê bo Iraqê û got: Îranê di rewşa herî dijwar de di rewşa ku para mezin a deyna Îranê ser Iraqê ji babeta kirîna gaz û cereyanê nahatibû dayîn dîsa nexwest xizmetkariyên xwe ser gelê Iraqê qet bike.

Hêjayî gotinê ye li van rojên dawiyê sefîrên Brîtanya û Fransayê pê re li Bexdayê cida cida li balyuzxana Îranê bi sefîrê Îranê re civiyan û pê re ser rewşa navçê axivtin.

Başa dön tuşu