FilistînNûçeRojhilatanavin

Meşel: Berçavgirtina Qudsê, erka hemî welatên ereb e

Serokê taxima tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê(Hamas) li sefera Meqribê, mesela Qudsê û piştgiriya ji armancên Filistînê, peywira hemî welatên ereb da zanîn.

 Li gorî rapora navenda raghandinê ya Filistînê,  Xalid Meşel serokê berê yê nivîsgeha siyasî ya Hamasê û serokê taxima  vê tevgerê li sefera Mexribê (Merakêşê),  roja çarşemiyê li civîna rojnamevaniyê li Rubata paytexta  vî welatî, xwest ku bila her cure hewldanekê  bikin ji bo zexta ser hikûmeta Emerîkayê ji bo ku  ev welata ji biryara xwe ya derheq  veguhestina balyozxana vî welatî ji Telavîvê bo Qudsê dev berde.

Serokê taxima  Hamasê li sefera Meqribê destnîşan kir:  Divê welatên  ereb, mesela Qudsê mesela xwe bizanin û li hember wê berpirsiyariya dîrokî, siyasî û olî hebin.

Xalid Meşel bal kişand ser pejirandina  reşnivîsa biryarnama  li dijî biryara Trump ser Qudsê li civîna  vê dawiyê ya Civata Giştî ya NY got: Dengirtina li vê barê bû sedem Emerîka bikeve tecrîdê.

Taxima tevegra Hamasê roja sêşemê ji bo hevdîtin û gotûbêja  tev rayedar û serokên partiyên  Meqribê li bara alûgorên  vê dawiyê yên  Quds û Filistînê gihêşt Rubatê.

Başa dön tuşu