ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Meşiyana milyonî ya ziyaretkirên Îmam Hisên (S) ji Bexdayê destpê bû

Meşiyana milyonî ya ziyaretkirên Îmam Hisên (S) ji Bexdayê ku pêla dawiyê ya meşiyana ziyaretkiran ji mêhwera bakurê Kerbelayê ye ji vê sibê ve bi tevlîbûna li meşa ziyarekirên parêzgehên Diyalê, Kerkûk û Selahedînê ber bi Kerbelayê va destpê bûye.

Ziyaretkirên parêzgehên  Diyalê, Kerkûk û Selahedînê ji destpêka Seferê va meşa xwe ber bi Kerbelayê va destpê kiribûn û li sê rojên buhurî da yekim karwanê ziyaretkirên parêzgehên bakur gihêştin Bexdayê û îro jî ziyaretkirên paytexta Iraqê tevlî bûn.

Hêzên ewlehiyê yên Iraqê bi girankirina  tedbîrên ewlehiyê û pêkanîna  mêhwerên diyarkirî jibo meşa hevpar a ziyaretkirên Bexdayê û parêzgehên bakurê paytexta Iraqê ji çend riyên kemberî ewna ber bi başûrê Bexdayê va rênimûnî kirin.

Ziyaretkirên ku ji nav taxên curbicur  ên Bexdayê hereketê dikin tev ziyarekirên parzêgehên bakurê Iraqê serê axir li başûrê Bexdayê li navça El-Dewrê tevlî hev dibin û pêleke berfireh a însanî ya ber  bi Kerbelayê pêk tînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu