ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Meşqa hevpar a hêzên deryayî yên Îran û Iraqê

Wezareta berevaniyê ya Iraqê ragihand îro meşqa deryayî ya hevpar ji aliyê hêzên îranî û iraqî li Kendava Farsê tê li darxistin.

  Ev meşqa ku bi armanca  jordebirina  asta amadetiyê jibo rawestana li ber qaçaxê û rêgiriyên  deryayî û dabînkirina  ewlehiya avê ya navçê cih tê duwemîn meşqa hevpar e ku li kêmtir ji heftiyekê  cih hatiye.

Li gorî rapora IRNA`yê, li daxûyaniya wezareta  derve ya Iraqê hatiye ev meşqên eskerî ser navê Muhemed Resûlellah(s) sibeha duşemiyê li avên sînorî yên du welatan cih hat û sercem 32 gemî ji hêzên deryayî yên her du welatan li van meşqan beşdar bûne.

Eva duwemîn meşqa eskerî ya Îran  û Iraqê li avên sînorî li Kendava Farsê ye ku kêmtir ji hefteyekê tê li dar xistin.

Pênşemiya buhurî yekimîn meşqa hevpar a avî ya Îran û Iraqê li vê navçê û bi beşdariya feramdarên  sînorvaniya  du welatan cih hatibû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu