ÎranNûçeRojhilatanavin

Meşqa Şêrr a Mihemed Resûlelah (S) a artêşa Îranê dest pê bû

Meşqa Şêrr anku tetbîqata bi navê Mihemed Resûlelah (S) a artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji sibeha îro anku Duşemiyê va bi ragihandina nihêniya “Ey Resûlelah“ ji aliyê emîr deryadar Hebîbullah Seyarî cîgirê hevahengkirê artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji ser gemiya mûşekavêj a Felaxunê (Berkanî) li perravên başûrê Îranê dest pê bû.

Li gorî rapora IRIB News`ê, emîr deryadar Hebîbullah Seyarî cîgirê hevahengkirê artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: “Ev şerezmûn anku Meşqa Şêrr bi amadebûna hêza deryayî, hewayî, erdî û Pedafenda hewayî ya Xatemul Enbiya (S) ya artêşa Komara Îslamî ya Îranê li perravên Mekran û Deryaya Omanê heta xûlgeha 15 pileya Bakur bi qasî du rojan li berfirehiyeka bi qasî sê hezar Kîlomitrên Çarkunc tê lidarxistin.

Cîgirê hevahengkir ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bal kişande ser vê yekê ku beşek  ji vê meşqa leşkerî li nav avên navneteweyî cih tê û got: “Peyama vê Meşqa Leşkerî aştî û dostî bo welatên navçeyê û zêdekirina şiyana Komara Îslamî ya Îranê ji bo dabînkirina ewlehiya avê û xetên veguhestina Enêrjiyê li navçeyê ye“.

Başa dön tuşu