ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Meşqa Welayeta 95 û ceribandina Ejdera nû ya hêza deryayî ya artêşa Îranê

Li roja kutahiya meşqa deryayî ya Welayeta 95 li avên başûrî, , ejdera pêşketî ya hêza deryayî ya steratijîke artêşa Komara îslamî ya Îranê ya ser navê “Welfecr“ îro bi serketî ji Noqava Qedîr ber bi hedefa kifşbûyî hate şandin.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Li kutahiya meşqa mezine deryayî ya Welayeta 95

li avên başûrî, ejdera pêşketî ya hêza deryayî ya steratijîke artêşa Komara îslamî ya Îranê ya ser navê “Welfecr“ îro bi serketî ji Noqava Qedîr ber bi hedefa kifşbûyî li 100 kîlomitriya beravê hate şandin û hemû hedefên kifşbûyî ji ber şilîka van êrişan jinav çûn ku eva nîşana qudreta van ejderan e..

Operasyona  duserî ya pûçkirina maynan bi riya deng û magnetîzî ji aliyê helîkopterên  pûçkirina maynan ku  pêştir  di pawana û di bin desthilata  nizama serdestîxwaz de bû,  Niha bi hewldana  hêza deryayî ya stratejîk a artêşê ketiye bin kontrola Komara Îslamî ya Îranê.

Her wiha di duwem roja  qonaxa dawiyê ya meşqa mezin a deryayî ya  Wilayet -95ê, gemiyên bicihbûyî li navça giştî ya  meşqê heya xûlgeha (medara) 10 derecê jibo dabînkirina  ewlehiya  gemiyan û îskortkirina  gemiyên ticarî û niftkêş li navçê ketin tevgerê.

Li gorî gotina emîr deryavan Hebîbulah Seyarî fermandeyê hêza deryayî ya artêşa Îranê, armanca lidarxistina vê manovrê, parastina sînorên deryayî, dabînkirina ewlehîyê li deverê, têkoşîna li hemberî dizên deryayî û têrorîsmê û şandina peyama dostî û aştîyê jibo welatên navçê ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu