AsyaCîhanErebîstanNûçeRojhilatanavinSûriye

Çekên DAIŞê ji ser Tirkiyê diçin

Dezgeha CAR ku lêkolînê li ser veguhestina çek û muhîmatên leşkerî dike ragihand ku çekên pêşketî yên ku ketine destê terorîstên Sûriyê û malzemeyên çêkirina çekan bi giştî bi ser Tirkiyê re digihin wan.

Dezgehê herwiha daxuyakirin ku çekên ‘Welatên Rojavayî’ ku gihîştine ber destê DAIŞê jî ji ser Tirkiyê gihîştine wan.

Rêvebirê CARê diyar dike ku DAIŞ li başûrê Tirkiyê bi bazirganên çekan re xwedî pêwendiyên xurt e ku di hin rewşan de tê dîtin ku di navbera 3 hezar û 5 hezarçewalan de stokên wan ên madeyên kîmyewî hene ku ev jî tê wê maneyê nîvê stokên fabrîkayekê dikare bikire.

Rêvebirê CARê dibêje, bazirgan wan malzemeyan bi rêyên yasayî difiroşin Amerîka û Siûdîyê û piştre jî ser Tirkiyê ew şandine ji wan re. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu