ErebîstanNûçeRojhilatanavin

Mihemed Bin Selman: ”Ez aşiqê xebata bi serokomarê Amerîkayê ra me”

Welîehdê Erebistana Siûdî roaj Îniyê li hevpeyivîna bi malpera Blûmbêrgê ra bersiva bêhurmetiyên çend rojên vê dawiyê yên serokoamrê Amerîklayê li serokên siûdî, bi pesndana wî da.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Mihemed Bin Selman got: Ez aşiqê xebata bi serokomarê Amerîkayê ra me.

Trump roja Sêşemiyê li axaftineka hilbijartinî li parêzgeha Mîsîsîpiyê tevî hiqareta li serokên siûdî got: Pergala paşatiya Erebistanê bêyî piştgiriyên Amerîkayê di du hefteyan da hildiweşe.

Serokomarê Amerîkayê Pêncşemiyê bi şev jî destnîşan kiribû ku Erebistan divê xercê çekdarên Amerîkayê ku vî welatî diprêzin, bide.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf piştî vê bêhurmetiya Trump li siûdiyan li Twitterê nivîsî: Bêhurmetî xelata wehm û xeyala ispartiya ewlehiyê bo biyaniyan e.

Welîehdê Siûdî her wiha îdia kir ku vî welatî bi zêdekirina berhemanîna niftê, daxwaza serokoamrê Amerîkayê ya cubrana kêmkirina kirrîna nifta Îranê heta asta sifir, cih aniye.

Başa dön tuşu