CîhanNûçeRojhilatanavin

12 kuştî û birîndar li encama teqîna bombeyê li Sînaya Misrê

Li encama teqîna bombeyeke li kêleka rê li Sînaya bakurê Misrê herîkêm 9 kes ji wan hêzeke polîs hatin kuştin.

Li gorî rapora Anadolu Newsê ji Qahirê, çavkaniyeke agahdar raghand li encama  vê êrişê ku roja çarşemiyê qewimî, 4 kes jî birîndar bûn.

Heya niha tu komekê berpirsiyariya vê êrişê negirtiye istûyê xwe.

Li gor nûçeyeke din ji Misrê li encama êrişa duh a artêşa Misrê ser cuihê kombûna  endamên  tundrew li başûrê El-Erîşê, herîkêm 40 kes hatin kuştin.

Hêza hewayî ya artêşa Misrê jî 5 veşartgehên  endamên  tundrew bombebaran kirin ku xêncî kuştina bi dehan terorîstan, 5 veşartgeh û du depoyên  madên teqînê jî kavil bûn.

Grûpa terorîstî ya Ensar Beyt Ul-Muqedesê ku piştî beyeta tev DAIŞê navê xwe bi Wilayeta Sînayê guheriye li salên derbasbûyî gelek operasyon li dijî hêzên  artêşê û polîsê Misrê cih naiye ku li encama wê hejmarek hatine kuştin an birîndar bûne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu