ÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemed Cevad Zerîf: “Biryara girtina Geliyê Hurmuzê di însiyatîfa artêş da ye”

Wezîrê Karên Derva yê Îranê Mihemed Cevad Zerîf diyar kir ku biryara girtina Geliyê Hurmuzê di destê Wezareta Karên Derva da nîne di însiyatîfa artêşê da ye.

Zerîfê ku ji bo beşdarî Roja Dîplomasiyê ya ji bo Aştî û Piralîtiyê ya Navneteweyî bibe hat New Yorkê li vê derê daxuyanî da IRNAya ajansa fermî ya Îranê.

Li ser pirsa dibêje “Amerîka îxraca petrolê ya Îranê dixe hedef gelo li dijî vê Geliyê Humruzê ew ê were girtin an na” Zerîf got, “Ez ji bo rêyên eskerî fikra xwe nabêjim. Di vê mijarê da dibê artêş biryarê bide.”

Zerîf axaftina xwe wiha domand, “Me got ku Îran ew ê îstiqrar û berjewendiyên herêmî biparêze. Pêşketina aboriyê û îstiqrara herêmî ji bo hemû aliyan lazim e. Îran parastina îstiqrara herêmê dixwaze û îstiqrar ji her kesî ra lazim dike.”

Başa dön tuşu