AborîAsyaÎranNûçeRojhilatanavin

Mihemed Cewad Zerîf: Di rewşa niha da jî li gorî hêsantirbûna peywendiyên duyalî yên aborî, vîn û îradeya siyasî ya Têhranê ev e ku hema wisa Çînê wekî şirîkeke ticarî li tenişta xwe ragire

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê ku li qonaxa duyem a sefera xwe ya asyayî sefera Çînê kiriye li ser berfirehkirina hevkariyên stratijîk nava du welatan da pêgirî kir.

Mihemed Cewad Zerîf ku piştî rawestaneke durojî li Hindê bi mebesta beşdariya li civîna Dilê Asyayê-Pêvajoya Istenbûlê sefera Çînê kiriye, berbenga îro gihîşte Pêkena paytexta Çînê.

Zerîf ku komeke mezin a tacir û bazirgan û kesên zanistî û pêşeyî hevrêtiya wî li vê seferê dikin li balefirgeha Pêkenê li nav koma nûçegihanan Çîn wekî welatekî dost da zanîn ku li serdema dijwar a boykotan li kêleka Îranê sekinî.

Zerîf destnîşan kir: Di rewşa niha da jî li gorî hêsantirbûna peywendiyên duyalî yên aborî, vîn û îradeya siyasî ya Têhranê ev e ku hema wisa Çînê wekî şirîkeke ticarî li tenişta xwe ragire.

Serokê saziya dîplomasiya Îranê li ser berfirehkirina hevkariyên stratijîk di navbera Îran û Çînê pêgirî kir û got: Him li beşa xusûsî û him li beşa dewletê ev amadetî li Îranê heye ku  peywendî û danûstandinên digel welatê Çînê wekî şirîkeke stratijîk berfireh bibin.

Mihemed Cewad Zerîf ku biryar e îro nîvrojê digel hevtayê xwe yê çînî hevdîtinê pêk bîne got ku mijarên bankî li kêlea mijarên ku bala  du aliyan dikişînin, dê ji mêhwerên sereke yên van gotûbêjan bin.

Wî di dewamê da got: Di heyama çend mehên buhurî da geşbûnên baş di vî warî da nava du welatan pêk hatine; Helbet hin mesele hene ku em gere li bara wêdabirina wan gotûbêjê bikin û hin mijarên heyî li vî warî da divê werin xurtkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu