AborîEwropaNûçeRojhilatanavinYemen

Mihemed Elî El Husî: Neteweyên Yekbûyî wek berpirsa hilweşiyana abora Yemenê ye

Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî wek berpirsa hilweşiyana abora vî welatî da zanîn.

Li gorî rapora roja Şemiyê ya Mehr Newsê, Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê, Mihemed Elî El Husî tevî rexneya ji xebata nûnerêî NY li vî welatî, vegerandina derhatan bo banka navendî ya Yemenê li Senayê ji bo misogerkirina dayîna meaşa kedkaran daxwaz kir.

El Husî bi gotina vê yekê ku Martîn Grîfîs sozên xwe li warê kêmkirina qeyrana aborî ya vî welatî ji destpêka tayînbûna xw eli vê postê heta niha cih neanîne, got: Wî gotibû ku mijara wî ya sereke kêmkirina qeyrana aborî li Yemenê ye, lê ji dema ku ev li vê postê hat tayînkirin, ev qeyran gurrtir bûye.

Serokê Komîteya Bilind a Serhildana Yemenê destnîşan kir: destdirêjkerên siûdî-amerîkî û hevpeymanên wan bi qest bi birina diravên çapbûyî bo Edenê (li başûrê Yemenê) bihayê Riyala Yemenê kêm kirine.

Başa dön tuşu