ErebîstanNûçeRojhilatanavinYemen

Mihemed Elî Hûsî: Daxwaza Amerîkayê ya kutakirina şêrê Yemenê rastî nîne

Serokê Komîteya Bilind a Şoreşa Yemenê şeva buhurî daxwaza Amerîkayê ya rawestandina êrişên hevalbendîya zorbêj a Seûdî ser Yemenê nerast wesif kir.

Mihemedelî Hûsî bi gotina vê yekê ku amerîkî fermandetîya hevalbendîya li dijî Yemenê dikin, dîyar kir ku Amerîka bi vê nimayişê dixwaze ji bin barê berpirsîyê derkeve.

Mike Pompeo Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê roja sêşemê piştî 44 meh şerûtîya hevalbendîya zorbêj a Seûdî li Yemenê, basa destpêbûna muzakirên Aştîya Yemenê di bin çavdêrîya NY de kir û ji hêzên hevalbendîya Seûdî û yemenîyan xwest ku bi kutakirina pevçûnan xwe ji bo muzakirê amade bikin.

Başa dön tuşu