ÎranNûçeRojhilatanavin

Miletê Îranê tu wexta li hemberî têrorîsmê û êrişên komên têrorîst teslîm nabe

Mehmûd Elewî wezîrê ewlehî û lêzanînên Îranê îro li merasima birêkirina cenazên şehîdên terqîna têrorîstî ya li Hileya Iraqê, li bajarê Ehwazê pêkutî kir ku şehadet jibo gelê Îranê tişteke xerîb nîne û ev gela jibo bidestxistina rûmetê jibo şehîdbûna di rêka zîyaretkirina tirbên pîroz li Kerbelayê amade ye.

Wezîrê ewlehî û lêzanînan ê Komara Islamî ya Îranê cinayeta li Hileya Iraqê qewimî, riswatîyek jibo dijminên islamê li pêşberî xelkê cehanê nemaze cehana islamê zanî û got: Şehadeta nîşana berxwedana gelê Îranê li hemberî dijmin û zorbêjan e.

Di encama teqîna têrorîstî ya pêncşema heftîya buhurî li Hileya Iraqê da, bi dehan zîyaretkir û pişkdarên merasima çilê îmam Hisên (S) hatin şehîdkirinê ku pirranîya wan xelkê Xûzistana Îranê bûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu