AsyaNûçeRojhilatanavinSûriye

Milîtanê Artêşa Azad: Tirkiye piştevaniya me dike, em ê heta Minbicê herin Milîtanê Artêşa Azad Cumha Yasîn diyar dike ku mîna Cerablûsê wê bajarên Bab û Menbicê jî bi piştevaniya Tirkiyeyê bixin bin kontrola xwe. bêhtir bixwîne: http://krd.sputniknews.com/rojhilatanavin/20160826/3956419/MiltanArtaAzadTirkiyepitevaniyamedikeemhetaMinbicherin.html

Milîtanê Artêşa Azad Cumha Yasîn diyar dike ku mîna Cerablûsê wê bajarên Bab û Menbicê jî bi piştevaniya Tirkiyeyê bixin bin kontrola xwe.

Artêşa Azad ya ku bi alîkariya Tirkiyeyê bajarê Cerablûsê kir bin kontrola xwe niha jî armanc dike ku dîsa bi heman alîkariyê bajarên Bab û Minbicê jî bistînin.

‘PIŞTÎ KU ME BAB Û MINBICÊ STEND, EM Ê REQA Û DEYR EZ ZORÊ JÎ JI DAIŞÊ RIZGAR BIKIN’

Yasîn daxuyand ku ew niha amadehiya operasyonên Minbic û Babê dikin piştî ku wan van herêman bi dest xistin wê îja berê xwe bidin Reqa û Deyr ez Zorê û wan ji DAIŞê rizgar bikin.

Cuma Yasînê ji bo ku beşdarî refên Artêşa Azad bibe ji Dîlokê derbasî gundê Keklîce ya navçeya Karkamişê bû. Yasînê 24 salî diyar dike ku wî 2 salan li dijî DAIŞ û Artêşa Sûriyeyê ligel Tugaya Sultan Mûrad şer kiriye. (BANGE İSLAMİ)

Başa dön tuşu