EfxanîstanÎranNûçeRojhilatanavin

Talibanê her cure îdiaya derheq alîkariya ji aliyê Îranê derew da zanînê

Berdevkê Talibana Efxansitanê her cure îdiaya derheq alîkariya aborî û eskerî ji aliyê Komara îslamî ya Îranê bo vê grûpê bêbingeh da zanîn.

  Rojnama El-Şerq El-Ewsetê ya Lubnanê îdia kir ku Komara Îslamî ya Îranê alîkariya çek û sîlehî dide Talibanê.

Zebîhullah Mucahid berdevkê Talibanê îro piştî nîvro li gotûbêja  telefonî tev Rado Peştûya IRIB yê got ku  rojnama  Şerq El-Ewsetê gotinên wî xalifandine.

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê jî îdiaya  grûpa Talibanê derheq piştgiriya Têhranê ji vê komê red kir û got Komara îslamî ya Îranê li nav welatên  navçê tim  li warê rawestana li ber grûpaên terorîstî pêşeng bûye û li vê riyê heya niha pir xerc kiriye.

Behram Qasimî îdiaya  berdevkê Talibanê kiryareke plêştir pêlankirî  ser fermana  alîgirên  vê komê da zanîn ku jibo  alozkirina  raya giştî û tirsandina ji Îranê hatien hilêxistin.

Pêştir jî rojnama  emerîkî ya Wall Street Journalê li raporekê bêyî ku belgeyekê raber bike  îdia kir ku  Îranê veşartî çek dane Talibanê.

Eva li halekê ye ku  heya niha  tu yek ji rayedrên Efxansitanê îdiayeke wisa piştrast nekirine. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu