NûçeRojhilatanavinSûriye
Miqdad û Geir Pedersen li Şamê civiyan

Feysel Miqdad wezîrê derve yê Sûriyê digel Geir Pedersen Nûnerê taybet ê NY li karûbarên vî welatî civiya.
Li gorî rapora SANA Newsê, Di vê hevdîtinê da alûgorên herî dawî yên têkildarî rewşa Sûriye û navçeyê hatin vekolandin.Geir Pedersen di vê hevdîtinê da encama şêwirîn û hevdîtinên xwe şirove kir.
Feysel Miqdad got: Ji pirsgirêkên bingehîn ku Sûriye tûşî wan bûye bandorên wêranker ên bicihmayî ji terorîsmê û kiryarên yekalî li dijî aboriya Sûriyê û jiyana sûriyan e.
Miqdad her wiha got: Ji pirsgirêkên din, dewama hebûna Amerîka û Tirkiyê bi awayê neqanûnî li axa Sûriyê ye; tiştê ku aşkira binpêkirina serweriya Sûriyê û rêzikên navneteweyî ye.