IraqNûçeRojhilatanavin

Mîrê Kuweytê û Serokwezîrê Iraqê civîyan

Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî şeva buhurî li Kuweytê bi Mîrê vî welatî Şêyx Sebah Ehmed Cabir Sebah û Welîehd Newaf Ehmed Cabir Sebah re derbarê alûgurên navçê de gotûbêj kir.

Hilkolandina peywendîyên dualî û navçeyî û sûdwergirtina ji cîgeh û peywendîyên her du welatan jibo hewildana bi merema kêmkirina gêreyên di navbera Têhran û Waşîngtonê de ji mêhwerên muzakirên rayedarên Iraq û Kuweytê di vê hevdîtinê bûn.

Serokwezîrê Iraqê duh danê êvarê di civîna çapemenîyê ya hefteyê de got ku Bexda hemî hewla xwe jibo kêmkirina gêreya di navbera Îran û Amerîkayê de bi kar tîne.

Başa dön tuşu