
Misilmanên Hindê bi nîşana piştgirîya ji misilmanên Ûygûr ên parêzgeha Sîn Kîyangê li bakura rojavaya Çînê, xwenîşandanek lidar xistin.
Li gorî rapora kanala APTN`ê, misilmanên Hindê duh bi lidarxistina xwenîşandanekê li şarê Bembeîyê ji dewleta Çînê xwestin ku girtina kêmîneya misilman a Ûygûr li parêzgeha Sîn Kîyangê rawestîne.
NY jî bi daxûyanîyekê dilgiranîya xwe ji ber sîyasetên dewleta Çînê yên li hemberî misilmanên vî welatî nîşan da û ragihand ku Pêkenê bi heceta têkoşîna li hemberî têrorîsmê, hin navend bi rê xistine ku misilmanên Ûygûr vediguhêze wan.
Eva li halekî ye ku dewleta Çînê raporên desteyeke NY a derheq girtin û ragirtina nêzî milyonek misilmanên Ûygûr ên vî welatî ret kirin.