CîhanMisrNûçeRojhilatanavin

Misr ji plana damezirandina NATO`ya Erebî vekişîyaye

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Reutersê, çavkanîyên haydar ragihandin ku Misr di plana damezirandina NATO`ya Erebî bi merema sekinîna himberî sîyasetên îranê de pişkdar nabe. Rayedarên Qahirê alîyê amerîkî û alîyên din ên peywendîdarê damezirandina NATO`ya Erebî derheq vê biryara xwe haydar kirine.

Rûyaz roja Yekşemê mazûvanê civîneke erebî-amerîkî bi armanca damezirandina NATO`ya Erebî bû û tê gotin ku Qahireyê tu desteyek jibo pişkdarîya di wê civînê de neşandîye û rayedarên misrî berî vê civînê basa wêdeçûna xwe ji pişkdarîya di damezirandina NATO`ya Erebî de kiribû.

Civîna roja Yekeşemê li Rîyazê bi pişkdarîya rayedarên pillebilind ên Erebistan, Amerîka, Imarat, Behrêyn, Kuweyt, Umman, Urdin û Qeterê hat lidarxistin.

Başa dön tuşu