EfrîqaMisrNûçeRojhilatanavin

Misrê ji ber geşedanên li Sûdanê seferên Qahire-Xartûmê betal kirin

“Egyptair”a saziya rêhewaya fermî ya Misrê ji ber geşedanên li Sûdanê seferên Qahire-Xartûmê betal kirin.

Di daxuyaniya “Egyptair”ê da wiha hat gotin: “Ji ber geşedanên li Sûdanê biryar hat dayîn ku herdu seferên Qahire-Xartûmê yên roja sêşemê yên saet 5.00 û 14.00an werin betalkirin.”

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku ew ê geşedanên li Sûdanê ji nêz va teqîb bikin û li gor rewşê binirxînin.

Hêzên Danezana Guherîn û Azadiyê ya li Sûriyeyê diyar kiribû ku ew ê roja sêşem û çarşemê li welêt grevê bikin.

Di van rojên dawîn da xebatkarên zanîngehê, saziyên dewletê, şirketên dewletê, bankeyan ên li Sûdanê ji bo Konseya Eskerî rêveberiyê dewrî sivîlan bike dîsa dest bi çalakiyan kirin.

Bi hezaran welatiyên Sûdanê ji meha nîsanê vir da li pêşiya baregeha giştî ya Artêşa Sûdanê çalakiya rûniştinê li dar dixin.

Başa dön tuşu