AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Mîxayîl Ulyanov: Rûsiya neyarê boykotên yekalî yên Amerîka dijî Îranê ye

Nûnerê hertimî yê Rûsiyayê li saziyên navnetewî yên li Viyenayê duh sêşemê ragihand ku Miskowa dijberê boykotên yekalî yên Amerîka dijî Îranê ye.

Li gor rapora ajansa nûçan a IRNAyê, Mîxayîl Ulyanov nûnerê hertimî yê Rûsiyayê li saziyên navnetewî yên musteqer li Viyenayê li gotûbêja xwe ya duh sêşemê tev Întêr Faksê , bal kişande ser pêwîstiya derfirotina nifta Îranê û destnîşan kir: Parastina derfirotina nifta Îranê li vê dem û gava ku Amerîkayê, Îran boykot kiriye dê bibe sebeb ku rewşa bazara nifta cîhanê bigehêje îsteqrarê.

Mîxayîl Ulyanov destnîşan kir ku li civîna vê dûmahêkê yê Komîsiyona hevpare rêketina navokî li Viyenayê hemû aliyên pişkdar ser pêwîstiya dewama derfirotina nifta Îranê destnîşan kirin.

Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê 13ê Mijdara 2017an li rapora xwe ya nû bo cara nehan ragihand ku Îranê hemû soz û qirarên xwe gor rêketina navokî cih aniye.

Lihevkirina Navokî li Tîrmeha 2015`an di navbera Komara Îslamiya Îranê û welatên koma 5+1`ê (pênc endamên hertimî yên Konseya Ewlehiyê, yanê Amerîka, Rûsya, Çîn, Fransa û Îngilistan) zêdeyî welatê Almanyayê, ji 16`ê meha Çileya sala 2016`an ve bi cih hat.

Li halê ku dewleta Amerîka hîn jî dijayetiya xwe li hemberî vê rêketina navnetewî didomîne, welatên ewrûpî yên ku ev rêketina navokî îmza kirine neyarê van cure siyasertên Amerîkayê ne.

Koşka Spî piştî derketina Amerîka ji nav Rêketina navokî îdia kir ku kiryarên Îranê û Sipahê Pasdaran ji bo ewlehiya navçê wekî gefekê tê hisab.

Donald Trump serokkomarê Amerîka piştî derketina ji nav rêketina navokî niha ji aliyên gotûbêja tev Îranê dixwaze ku bi Têhranê ra li ser meselên mûşekî û qudreta navçeyî ya Îranê gotûbêjê bikin.

Başa dön tuşu