Mizgefta El Eqsayê li ber dorpêçiya zêd ji 100 kenîseyên cihûyan e
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Komara Îslamî (IRNA`yê), endamê komîteya parastina bajarê Selvanê û lêkolînerê mijarên Qudsê, Fexrî Ebuziyab îro anku duşemiyê, 6`ê Hezîrana 2016`an, tevî hişiyariya li bara dorpêçkirina mizgefta pîroz a Eqsayê ji aliyê zêdetir ji sed kenîseyên cihoyan va, destnîşan kir ku komploya bixeter a avakirina bajarokên siyonîstnişîn li Qudsa pîroz berfirehtir bûye.
Ebuziyabî got: Roja îro zêdetir ji sed kenîseyên cihoyan li derdora qibleya yekem a misilmanan hatine avakirin ku hinek ji wan li bin werdê da ne.
Wî tevî diyarkirina nigeraniya xwe ji zêdebûna gefên Rêjîma Siyonîst li Qudsa pîroz û Mizgefa Eqsayê, herwiha got: Siyonîst dixwazin ku tiştên ku nimadên Îslamî û erebî li Qudsê tên hesêb, ji nav bibin.
Vî lêkolînerê filsitînî bi gotina viya ku êrîşên siyonîstan li dijî nirx û pîrozgehên Îslamî û numadên erebî û islamî li Qudsa pîroz bi lezeke zêde didomin, bi bîr xist: Piraniya avahî û binayên gelanî ji nav çûne û binayên din ku nîşana mîtolojiya Heykela nediyar e, dewsa wan girtine.
Ebuziyabî got: Mixabin roja îro em tûşî komployeke teze ya siyonîstî be ku jinavbirina pênaseya islamî kiriye armanc û ev komploya li hemberî çavê cîhaniyan pêk tê, bêyî em tevgerekê ji bo rawestandina vê yekê bibînin.
Wî got: êrîşên herrojî yên siyonîstan li dijî Mizgevta Eqsayê encama binpêkirina gişt soz û peymanan ji aliyê wan e û lihevkirinên wajokirî ligel dewleta Urdinê beşek ji van peymanan e. (BANGÊ ÎSLÂMİ)