NûçeRojhilatanavinSûriye

Fermandeyê odeya operasyonê ya hêzên hevgirtî yên Sûriyê hişyarî da Amerîkayê

Fermandeyê odeya operasyonê ya hêzên hevgirtî yên Sûriyê, hişyarî da Amerîkayê ku eger ev welata hêlên sor derbas bike û êrişên xwe bidomîne, wê bêdengî û xweragiriyên van hêzana berdewam nebin.

Li gorî rapora IRIB News`ê, Ehmed Ebdullah, fermandeyê odeya operasyonê ya hêzên hevgirtî yên Sûriyê, li gotûbêja bi kanala libnanî ya El Meyadînê, bal kişand ser êrişa hewayî ya hevalbendiya amerîkî ser hêzên artêşa Sûriyê û hevpeymanên wê li navçeya çolî ya li başûra vî welatî û got: Ev êrişa, berteka herî baş li ser derew û durûtiyên Amerîkayê di warê şerrê dijî terorîsmê ye.

Odeya operasyonê ya hêzên hevgirtî yên Sûriyê jî, bi weşandina daxuyaniyekê, vî karê Amerîkayê bixeter wesif kir û destnîşa n kir komên terorîst û li serê wan de DAIŞ, amûrek di destê Amerîkayê da ne ku bi hevkariya Siyonîstan, pêk hatine.

Artêşa Amerîkayê, sêşemiyê ragihand hêzên hevalbendiya amerîkî ya dijî DAIŞ`ê, li êrişeka nû, pêgehên hêzên li navçeya sînorî ya El Tenefê li başûrê vî welatî  ku dewleta sûriyê, pişta wan digire, dan ber êrişan.

Balafirên cengî yên hevalbendiya amerîkî, 18`ê meha Gualnê jî karewanekî leşkerên Sûriyê û hevpeymanên wan li çol û bereyên başûrê vî welatî dan ber bombeyan ku di encamê de çend leşkerên sûrî hatin kuştinê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu