NûçeÎranRojhilatanavin

Muhafizên Şoreşa Îranê keştiyeke biyanî ku sotemeniya qaçax tê de bû desteser kir

Hat ragihandin ku Hêzên Deryayî yên Artêşa Muhafizên Şoreşê li Kendava Farsê keştiyeke bi ala biyanî desteser kir.

Duyemîn Fermandarê Herêmê yê Hêza Deryayî ya Artêşa Pasdarên Şoreşê General Haydar Huneriyan îro di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de ragihand ku yek ji erkên mihafizên Şoreşê yên li Kendava Farsê, têkoşîna li dijî derçûna sotemeniyê ye.

Orgeneral Huneriyan got, “Îro danê sibê li Kendava Farsê li dijî keştiyeke ku hat dîtin sotemeniya qaçax barkirî ye operasyon hat lidarxistin.”

Li gor daxuyaniya Sererkan Huneriyan, di encama operasyona hêzên Şoreşê yên li peravên Bendera Bûşehrê de 2 milyon lître sotemeniya qaçax hat bidestxistin.

Têkildarî keştî ya kîjan welatî ye hê jî ti daxuyanî nehatiye dayîn. Xebatkarên keştiyê 14 kes jî hatin binçavkirin.

Başa dön tuşu