EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Rêberê Mezlum û mustezafê cîhanê: Bila welatên serbixwe agirê neyarî û nakokiyan bitemirînin

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, got: Divê welatên serbixwe bi qahêmkirina peywendiyan û neketina ber bandora siyasetên dewletên zorbêj, agirê nakokî û pevçûnan vemirînin.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî, rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, roja sêşemiyê li hevdîtina bi Baqir Izet Bêgowîç, serokê Konseya Serokomartiya Bosnî-Hêrzêgowînê, li ser rawestana li ber siyasetên şerxwazane û terorîstperwerane yên hin dewletên rojavayî pêgîrî kir.

Hezretê ayetullah uzma Xamineyî, bal kişand ser pêla tekfîr û terorîsmê ku niha gihîştiye Ewrûpayê û muhtemel e li dahatiyê jî rewşeka xirabtir pêk were û herwiha got: Ev diyardeya di rû de ji navçeya Erebî serê xwe girtiye û ketiye meydanê lê di rastiyê de, dewleta Amerîkayê û hin dewletên ewrûpî, bûne sedema sereke ya pêkhatina van bûyeran.

Rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî, hevalbendiya leşkerî ya dewletên rojavayî dijî terorîsmê, rast nezanî û got: Eger çi mumkin e ev hevalbendî li hin caran bi terorîstan re şerr dike, lê ne li Iraqê û ne jî li Sûriyê bi dû kokbirkirina rastîn a terorîsmê nînin û siyasetên nebaş û şerxwazane yên wan, rojbirojê pirsgirêkên mirovantiyê zêde dikin.

Rêberê Înqilabê dermana vê rewşê girêdayiyê fêmkirin û nasîna rastîn a sedem û hegerên pêkhatina van pirsgirêkan û hebûna vînê û îradeya qahêm ji bo çareseriya wan da zanîn û bal kişand ser hegereke pêkhatina terorîsmê û herwiha got: Biçûkzanîna ciwanên misilman ên li hin welatên dewlemend û bi hêz ên ewrûpî, rê jibo tevlîbûna wan nav komên terorîst ên xalifî yên wekî DAIŞ`ê xweş dike û ev ciwanên biçûkbûyî, dema vedigerin Ewrûpayê, teqînan pêk tînin û xelkê dikujin.

Hezretê ayetullah Xamineyî, herwiha bal kişand ser dîroka peywendên dostane navbera Îranê û Bosniyê û dewrana tal a şerê dasepandî ser netewê vî welatî û got: Aramî û ewlehî bona jiyana netewan û geşatiya wan pêdivî ye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu