ÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Îran ji xelkê Amerîkayê pêşewazî dike

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li peyama xwe ya ku li ser Twitter daye weşandin nivîsiye: Gişt welatiyên Amerîkayê vîzaya bihitbar a Îranê hene dikarin bên vî welatî û bi germî tên pêşewazîkirin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf li peyama xwe ya nû ya weşandî li ser Twitterê derheq fermana serokomarê Amerîkayê Donald Trump ya qedexekirina derbasbûna welatiyên Îran, Yemen, Iraq, Sûriye, Sûdan, Lîbya û Sumalyayê nav Amerîkayê desnîşan kir: Terseyê Amerîkayê, biryara Îranê amerîkiyên ku berê vîzaya bi hitbar  standine nagire ber xwe û ew dikarin sefera Îranê bikin.

Zerîf li rûpela xwe ya Twitter ya ku şeva yekşemê weşand ragihand ku qedexebûna derbasbûna îraniyan nav Amerîkayê derewbûna îdiaya Dewleta vî welatî li bara vê yekê ku xelkê Îranê ji dewleta vî welatî cuda dizane ji hemûyan re îsbat kir.

Zerîf herwiha nivîsiye ku Fermana dewleta Amerîkayê ya qedexekirina derbasbûna misilmanan nav Amerîkayê wek xelateke Trump ji bo tundrew û hogirên wî yên fanatîk  li dîrokê de tê nivîsandin.

Serokomarê nû yê Amerîkayê Donald Trump şeva înê bi îmzakirina fermanekê derbasbûna welatiyên Yemen, Iraq, Sûriye, Sûdan, Lîbya, Sumalya û Îranê nav Amerîkayê qedexe kir ku ev fermana wî ya neqanûnî bûye sedema nerizamendiya navneteweyî. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu