Muhemed Baqirî roja pêncşemiyê li gotûbêja telefonî tev Elî Eyûb wezîrê berevaniyê yê Sûriyê kir
Muhemed Baqirî, serokê erkantiya giştî ya hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê roja pêncşemiyê li gotûbêja telefonî tev sipehbod Elî Eyûb wezîrê berevaniyê yê Sûriyê, serketinên vê dawiyê yên artêşa Sûriyê li navçên curbicur bi taybet Derayê û navçên başûrê vî welatî pîroz kir û ser pêwîstiya avedankirina demlidest a navçên azadbûyî û destpêkirina xebatên aborî li van navçana teqez kir.
General Elî Eyûb jî tevî sipasiya ji rêberê giranqedr ê inqilaba Îslamî, dewlet, gel û hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bona piştgiriya berdewam ji gelê Sûriyê ji bo rawestana li ber terorîstên tekfîrî û helwestên bi wêrektî yên berpirsên Komara Îslamî ya Îranê spasî kir û rezamendiya xwe li bara rewş û pêvajoya serketî li meydanên şêr ragihand.
Artêşa Sûriyê heftiya buhurî, serketinên giring li warên siyasî û meydanî bi dest xistin û xewn û xeyalên Îsraîlê li warê pêkanîna navçeyeke cidabûyî û her wiha komployên rojava ji bo başûrê Sûriyê bi dawî anîn.
Bi işkesta planên DAIŞ`ê li başûrê Sûriyê, xeterên ku ji aliyê Xûteya Rojava li ser Şamê hebûn û ji Quneyterê destpê dibûn, ji nav çûne.