ÎranNûçeRojhilatanavin

Muhemed Cewad Zerîf: Îdia û tiwittên bi herfên mezin tu guherînek li vê rastiyê çê nake ku êdî cîhan ji siyasetên yekalî yên Amerîka westiyane

Wezîrê karên derve yê Îranê bersiva serokkomarê Amerîka ku îdia kiribû ku ew bi boykotên dijî Îranê bi dû aşitiyacîhanî ye da.

Trump serokkomarê Amerîka duh sêşemê li Tiwtterekê bi îdiaya ku ev boykotên dijî Îranê li çarçêva aşitiya cîhanî daye gef li kompaniyên cîhanî xwar ku eger dan û istandinê tev Îranê bikin, pîşiya xebata wan li Amerîka tê girtin.

Li gor rapora ajansanûçan a Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf wezîrê karên derve yê Îranê li bersiva îdiaya aşitiya cîhanî ya ku Trump jê axivtibû nivîsî ku îdia û tiwittên bi herfên mezin tu guherînek li vê rastiyê çê nake ku êdî cîhan ji siyasetên yekalî yên Amerîka westiyane .

Zerîf destnîşan kir: Rawestandina tecareta Amerîka û jinavçûna 100 hezar mecalên karkirinê li vî welatî bo me tu meseleyek nîne lê cîhan guhê xwe nade Tiwettêren nementiqî. Viya ji Yeketiya Ewrûpa, Rûsiya, Çîn û dehan şirîkên tecarî tev Îranê bipirsin.

Zerîf ragihand: Peywendiya navnetewî pêşbirkeya bijartina bedewan û gotinên dubarekirî li bara xwesteka aşitiyacîhanî nîne, helbet eva caraewelê nîne ku şerxwazek îdia dike ku dixwaze aşitiya cîhanî damezirîne.

Başa dön tuşu