NûçeRojhilatanavinYemen

Muhemed Elî El- Hûsî: Bila taximên dîplomatîk vegerin balyozxanên xwe li Senayê

Serokê komîta bilind a Inqilaba Yemenê teqez kir: Dema wê hatiye ku taximên dîplomatîk vegerin cihê berê yê balyozxaneyên xwe li Senaya paytexta Yemenê.

 Li gorî rapora roja sêşemiyê ya IRIB News`ê, Muhemed Elî El- Hûsî serokê komîta bilind a inqilaba Yemenê di rûpela xwe ya du twîterê de nivîsî: Demê îsbat kir ku guhestina balyozxanan bo Edenê biryareke  siyasî ya şaş bûye.

 El-Hûsî her wiha got: Pînekirina hebûna  talûkeyên ewlehiyê ji xwe derewek  bû da ku komploya destdirêjiya ser Yemenê cih were.

 Taximên  dîplomatîk piştî ku kontrola Senaya paytexta Yemenê ket destê hêzên Ensarullahê, terka vî bajarî dan.

Başa dön tuşu