ÎranNûçeRojhilatanavin

Muhemed Îranî: Îran li dû şêr nîne lê ger şerek biqewime dê gişt bi hev re bibin gorrî

Muhemed îranî balyozê Komara Îslamî ya Îranê li Kuweytê li hevpeyvîna bi rojnama  kuweytî ya El-Rayê got: Îranê her tim bona aramkirina  rewşê li navçê hewl dayê û şêr tu carî ser qezanca tu welatekî nebûye.

 Muhemed Îranî teqez kir niha hin alî yên  mîna Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî û Can Bolton daxwaza şêr li navçê  dikin û bona xopana  navça Rojhilata  Navîn hewl didin.

 Balyozê Îranê li Kuweytê li bara derkirîna niftê jî got: derkirîna  nifta Îranê nehatiye rawestandin ji ber ku Komara Îslamî ya Îranê gelek sînor bi welatên  cîhanê heye û derkirîna  bo hin welatan tim didome.

 Muhemed îranî teqez kir: Gelê Îranê ji 40 salan berî niha va hînî van boykotên Emerîkayê bûne û ger kesek van rojana sefera Îranê bike dê bêbandorbûna van boykotan an  dilgiraniya  piraniya gelê Îranê bibîne.

Başa dön tuşu