MisrNûçeRojhilatanavin

Muhemed Mursî spartin axê

Meytê serokomarê berê yê Misrê ku leşkeriyan bi darbeyê ew ji ser serokomariyê rakiribûn îro di nav tevdîrên giran ên ewlehiyê de û bi beşdariya malbat û parêzerê wî li goristaneke Qahirê hat binaxkirin.

Medyaya Misirê duh belav kir ku Serokomarê berê yê Misirê Muhemed Mûrsî Îsa Eleyat di civîna dadgehê de koça dawî kir. 

Piştî vê yekê jî televîziyona hikûmeta Misrê ragihand ku Muhemed Mursî duh dema lidarketina civîna dadgehê ya mehkemekirina wî bi tawana sîxoriyê ji xwe çû û piştî wê can da.

Dozgerê giştî yê Misrê jî destûr neda dosiya dixtoriya wî were weşandin.

Rojnama El-Misriyûn nivîsî ku meytê serokomrê berê yê Misirê Muhemed Mûrsî îro di  goristanekê li rojhilatê Qahirê paytexta Misrê de hat binaxkirin.Karê binaxkirina Mursî di nav tevdîrên giran ên ewlehiyê de û bi beşdariya malbat û parêzerê wî li dar ket.

 Grûpa Îxwan el-Muslimîn a Misrê di berteka yekem a xwe de li hemberî jidinêçûna Mursî, dewleta Misrê berpirsê vê bûyerê da zanî û mirina mursî wekî kuştina bi qesd bi nav kir.

Başa dön tuşu