CîhanNûçe

Mukurhatina dîrokî ya Trump: Şaşitîya mezin a Amerîkayê bicihbûna li Rojhilata Navînê bû

Serokomarê Amerîkayê careka din pêgirî kir ku bicihbûna hêzên vî welatî li Rojhilata Navînê ji destpêkê ve karekî şaş bûye.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê îro li hevpeyvîna digel ajansa nûçan a Reutersê, mukur hat, divîya Amerîka hêzên xwe li Rojhilata Navînê bi cih neke û ev kara şaşitîya mezin a Amerîkayê di dîrokê de bû.

Trump herwiha got ku ew alûgurên Efganistanê û hemî Rojhilata Navînê bi awayekî berdewam dişopîne û Amerîka venihêrîna li dosîyên Efganistan û Rojhilata Navînê didomîne.

Donald Trump serokomarê Amerîkayê berî vîya ragihandibû ku Amerîkayê mideha 17 salên çalakbûna xwe li Rojhilata Navînê 7 tirilyon dolar xerc kirîye û mukur hat ku hebûna vî welatî li vê herêmê encamek bilî mirin û wêranîyê tinebûye.

Trump li halekî basa xercên vî welatî li Rojhilata Navînê dike ku li bûceya pêşnîyarkirî ya sala 2019`ê ya vî welatî xwestîye bûca tişta ku tenêhîştina Koreya Bakur û zêdekirina zexta boykotan ser Îranê de bi nav kirîye, 36 milyon dolaran bê zêdekirin.

Başa dön tuşu