NûçeRojhilatanavinSûriye

Mukurhatina fermî ya Rêjîma Sîyonîst li warê hevdengîya ligel komên têrorîst ên li Sûrîyê

Wezîrê cengê yê Rêjîma SÎyonîst jibo cara yekem, mukur hat ku di navbera Israîlê û komên têrorîst ên ku li dijî dewlet û gelê Sûrîyê şêrr dikin da, hevdengî heye.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Spunikê, Moşê Yeilon wezîrê cengê yê Rêjîma Sîyonîst ragihandîye ku Israîl bi komên çekdar ên sûrî re li Colana dagirbûyî ya Sûrîyê di têkilîyê da ye.

Li gorî vê raporê, ev ragihandina wezîrê cengê yê Rêjîma Sîyonîst, yekem mukurhatina aşkira û fermî ji hêla Rêjîma Sîyonîst va ye.

Sûrîye zêde ji 5 salan e ku ji ber terora ku komên çekdar û têrorîst ên wek DAIŞ û Cebhetunusrê ku welatên rojavayî û hin welat û rêjîmên herêmê pişta wan digirin, tûşî qeyranê bûye.

Rêjîma Sîyonîst ligel Erebistanê di vê heyamê da, her plana ku bibe sedema neramîyê li Sûrîyê, darêştîye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu