CîhanNûçe

Mûn: Pêwendiya Amerîka û Koreya bakur dê bi rihetî baştir nebe

Serokomarê Koreya Başûr got: Pêwendiyên reş û tarî navbera Amerîkayê û Koreya Bakur dê bi hevdîtian sibê (Sêşemê) navbera serokên du welatan baştir nebe.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Yonhapê, Serokomarê Koreya Başûr, Mûn Cayê În rojekê beriya civîna Donald Trump serokomarê Amerîkayê tev Kîm Cong Ûnê rêberê Koreya Bakur li Sengapûrê got: Ev civîn tenê destpêkek ji bo pêvajoyeka dirêj bi mebesta jiçekirina atomî ya Piyong Yangê ye.

Serokoamrê Koreya Başûr her wiha got: Tenê bi hevdîtinekê pêwendiyên reş û tarî yên dirêj navbera Waşîngton û Piyong Yangê nayên çareserkirin. Loma hewcetî bi pêvajoyeka demdirêj heye ku renge çend salan were domandin da ku ev mijar bi tamî were çareserkirin.

Çend mehan beriya niha li civîna dîrokî ya serokên du Koreyan biryar hat dayînê ku rêberê Koreya Bakur digel serokomarê Amerîkayê hevdîtinekê pêk bîne da ku ji bo bêkêşekirina navçeyê bi hev ra biaxivin. Niha Trump û Kîm li Sengapûrê ne da ku roja Sêşemiyê hevdu bibînin.

Başa dön tuşu