CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Munafiq dabînkerê sereke yê lêzanînên nerast jibo Qesra Sipî yên dijî Îranê

Belavokeke amerîkî aşkira kir ku Qesra Sipî di vekişîna ji Rêketinama Atomî ya digel Îranê da pitş kutaye idiayên mêdyayî yên endamekî koma têrorîst a Munafiqînê.

Belavoka the Intercept`ê di raporeke nû da, nasnama kesekî aşkira kirîye ku gellek nivîsarên wî yên dijî Îranê li mêdyayên Muhafizekar ên amerîkî hatine belavkirinê.

The Intercept`ê aşkira kirîye ku kesekî wisa tineye û komeke kesên ser bi koma têrorîst a Munafiqînê li Tîrana paytexta Albanîyê ser navê wî nivîsar û nûçeyên derew dijî Îranê dinivîse û belav dike.

Wê belavokê herwiha bi hin endamên cidabûyî yên koma têrorîst a Munafiqînê re ku nika li Amerîka û Kanadayê ne, hevpeyvîn kirîye û wan jî piştrast kirine ku kesek bi wî navî tineye û 3 endamên Munafiqînê bi navê sexte li şebekeyên civakî yên dijî Îranê kar dikin.

Akant û Gmaila wî kes jî ku li binê nivîsarên hatine belavkirinê heye bersiva hîç peyamekê nade.

Başa dön tuşu