Mûşeka pêşketî ya yemeniyan gihîşte paytexta Erebistanê
Baregeheke leşkerî li navçeya El Muzahimiyê li rojavaya Riyaza paytexta Erebistanê êvara yekşemiyê kete ber êrîşa mûşekeke Balistîk a pêşketî ya artêşa Yemenê.
Li gorî rapora Al-Alemê, li vî halî welatiyên erebistanî li Twitter`ê qala qewimîna teqîneke mezin li vê baregeha leşkerî kirin.
Yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê ji bi daxûyaniyekê tevî ragihandina viya ku kewkîkirina vê mûşekê bersivek bo dewama destdirêjî û cinayetên rêjîma siûdî li Yemenê bûye, destnîşan kir: `Derbên din dê girantir bin`.
Yekîneya mûşekî ya artêş û komîteyên gelanî yên Yemenê her wiha li vê daxûyaniyê berevaniya ji gelê binbdest ê Yemenê mafê rewa yê artêşa vî welatî da zanîn û got: Cinayetên Alê Siûd li Yemenê bi hevdestiya welatên rojavayî û erebî yên hevpeymana vê rêjîmê pêk tên. (BANGÊ ÎSLÂMİ)