EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Mûsewî: Heke ewrûpî çareserkirina bi axavtinê bidomîn, pêngava sêyem a Îranê dê qahîmtir be

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Heke welatên pêbendê Rêketinama Atomî ya digel Îranê nemaze ewrûpî sozên xwe cih neynin û çareserkirina bi axavtinê bidomîn, Komara Islamî ya Îranê dê pêngava sêyem qahîmtir rake.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, Seyîd-Ebbas Mûsewî îro di civîna çapemenîyê ya hefteyê de amajeyî kutabûna mecala şêstrojî ya Têhranê bo ewûpîyan û destpbûna pêngava duyem a Îranê jibo kêmkirina sozên di çarçova Rêketinama Atomî de kir û got: Komara Islamî ya Îranê ligorî berjewendî û ewlehîya netewî bi awayekî serbixwe biryaran dide.

Mûsewî derbarê bêsozîya ewrûpîyan têkildarî Rêketinama Atomî ya digel Îranê û berteka wan himberî pêngava Îranê ya kêmkirina sozên navokî de herwiha got: Têhranê berteka xwe di çarçova kêmkirina sozên têkildarî Rêketinama Atomî de destpê kirîye û ragihandîye ku di navbera maf û erkên Têhranê û vekişîna Waşîngtonê ji Rêketinama Atomî û bêsozîya ewrûpîyan de hevsengî tineye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha pêgirî kir: Mafê Îranê ye ku himberî bêsozîya Ewrûpayê bertekê nîşan bide û ew berteka mentiqî, hiqûqî û ligorî xalên 26 û 36 ên Rêketinama Atomî ye.

Mûsewî derbarê gotûbêja telefonî ya Serokomarên Îran û Fransayê jî kir û got: Mijara muzakireya nû ne di rojevê de ye, belkî gotûbêj derbarê çawanîya cihanîna Rêketinama Atomî û piştî vekişîna Amerîkayê ji wê rêketinameyê ye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê şopandinên herîdawîyê yên têkildarî 2 gemîyên nifthilgir ên Îranê ku ji hêla Erebistan û Ingilîsê va hatine zevtkirinê de got: Gemîya nifthilgir a Îraên ya ku li Erebistanê tûşî pirsgirêka têknîkî bûye û kapîtanê wê daxwaza alîkarîyê kir ku ber bi yek ji benderên Erebistanê ve hat veguhestin û şopandinên hiqûqî û têknîkî di vî warî de didomin.

Mûsewî derbarê gemîya nifthilgir a îranî ya ku li Cebel ul Tariqê hatîye zevtkirinê de jî got: Pêngavên sîyasî û hiqûqî bi awayekî ciddî tên şopandin û di vê çarçovê de Balyozê Brîtanyayê li Têhranê du caran bo Wezareta Karên Derve ya Îranê hatîye bankirinê û bi hin dîplomatên ewrûpî re jî rawêjkarî pêk hatîye.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê derbarê seredana desteyeke Talibanê li Têhranê û rola Îranê di muzakireyên aştîya Efganistanê de jî got: Îran wekî aktorekî çalak li herêmê bi dû aştî û istiqrarê ye ku him bi dewleta Efganistanê re û him bi wan welatan re ku alîkarîyê didin pêkanîna aştî û istiqrarê li vî welatî, têkilîya wê heye.

Başa dön tuşu