ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Piştgiriya Îranê ji agirbesa mayînde li Sûriyê

Cîgirê erebî û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê ji her agirbesa ciddî ku qeyrana Sûriyê bi dawî bîne, piştgiriyê dike.

Hisên Cabêrî Ensarî cîgirê wezîrê karên derve yê Îranê roja duşemiyê piştî hevdîtina digel rayedarên derecebilind ên Sûriyê li koma nûçegihanan li Şamê her viha got: Têhranê li planên cûrbicûr ku ji bo bidawîanîna qeyrana Sûriyê raber kirine, hertim li ser agirbesa mayînde pêgirî kiriye.

Cabirî Ensarî tevî pêgiriya li ser viya ku agirbesa li Sûriyê divê ji aliyê komên têrorîst va neçê enyê bikaranîn, got: Agirbesa ciddî divê rewşê ji bo sekinîna bingehîn li hemberî têrorîsmê û zêdegaviyê amade bike û karesata mirovî li Sûriyê kêm bike.

Cîgirê erebî û afrîqî yê wezîrê karên derve yê Îranê li bara gotûbêjên xwe yên îro digel serokomar, wezîrê karên derve û serokwezîrê Sûriyê jî got: hevahengkirina siyasetên ku di vê qonaxê da gerek werin berxwegirtin, mijarên insanî û berûlayên siyasî û elwehiyê yên qeyrana Sûriyê ji babetên gotûbêja ligel rayedarên sûrî bûn.

Cabêrî Ensarî bi gotina viya ku bêewlehî, nearamî, zêdegavî û têrorîsm taybetî Sûriyê nine, her viha got: Vê meselê ji bo hemî welat û gelê navçe û cîhanê dûhatên bitehlûke aniye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu