FilistînNûçeRojhilatanavin

Alîkarê sekreterê giştî yê Rêxistina Netewên Yekgirtî ragihand ku pêwîst e Rejîma Siyonîstî rêz û hurmeta mafên olî yên filistîniyan bigre

Ferhan Heq alîkarê sekretirê giştî yê Rêxistiya Netewên Yekgirtî li press konferansa xwe ya îro şemiyê li Newyorkê li berteka pejirîna pêşniyar qanûna qedexebûna banga ezanê li Qudsê li parlemana Rejîma Siyonîstî got: Îsrayîl pêwîste rêz û hurmeta heq û mafên olî yên filistîniyan bigre.

Parlemana Rejîma Siyonîstî roja çarşemiya bihurî pêşnivîsa qedexekirina banga ezanê li mizgeftên Qudsê pejirand, ku li gor vê qanûnê mizgeftên Qudsê nikarin ji saet 11 şevê hetanî 7 sibê banga ezanê belav bikin.

Eva li halekê ye ku Îsmayîl Heniye alîkarê serokê nivîsgeha siyasî ya Hemasê li berteka vê biryara parlemana Rejîma Siyonîstî ragihand; Dengê banga ezanê ji hemû mizgeftên Filistînê belav dibin û dagîrker jî dê ji nav axa filistîniyan derkevin.

Her li vê çavçîvê gelê Filistînê bona diyarkirina nerezamendiya xwe li hemberî vê biryara Parlemana Rejîma Siyonîstî meşekî berfireh li Zîvala Gazayê bi rê xistin.

Wezareta karûbarên olî û ewqafa Gazayê jî li daxûyaniyekê bilî retkirina pejirîna vê pêşniyarqanûnê li parlemana Rejîma Siyonîstî ragihand; belgeyek gihêştiye ber destê hemû pêşnimêjên bajarê Qudsê û erdên dagîrbûyî ku her roj çend caran banga ezanê ji mizgeftan belav bikin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu