ÎranNûçeRojhilatanavin

Mûsewî INSTEX divê bersiva pirsgirêkên Îranê bide

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: pêkanîna kanala malî ya navbera Îran û Ewropayê ya bi navê INSTEXê divê bikare bersiva daxwaz û hewcetiyên Îranê bide, heke nikaribe vî karî bike, wê Îran gavên din rake.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê seyd Ebas Mûsewî duh pêncşemê li bara bernama INSTEXê ya ewropiyan got: Cihanîna vê mekanîzmê heya niha ji ber hin bê soziyan paş de ketiye.

Mûsewî got: Piştî ku Îranê derfet da aliyê ewropî bona rakirina gavên pratîk di çarçova “Peymana Navokî” de û bi lezêxistina cihanîna INSTEX, wan hin gav di vê çarçovê de rakirin, lê belê dîsa ev gavana têrê nake , çûnku şêwza cihanîna wê û dema cihanîna wê ji Îranê re pir girîng e.

Mûsewî herwiha bal kişand ser rûniştina îro ya Komîsiyona Hevpar a “Peymana Navokî” bi beşdariya alîkarên wezîrên derve û birêvebirên siyasî yên welatên koma  çar zêdeyî yekê li Viyanayê paytexta Otrîşê û got: Ev rûniştina derfeta dawiyê ya endamên mayî yên “Peymana Navokî”  yebona cihanîna pêsparte û sozên xwe li gor vê peymanê.

Berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê got: Gavên din ên Îranê mane ser pêngavên pratîk ên welatên ewropî di çarçova “Peymana Navokî” de.

Başa dön tuşu